Murat Çelik
07 Hezîran 2019•Rojanekirin: 08 Hezîran 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 63,23 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brentê duh di nav rojê da hetanî 63,20 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 63,02 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brentê ji saet 09.27an pê va li gor duh ji sedî 0.33 zêde bû û derkete 63,23 dolarî. Di heman demê da warêla petrola xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 53,25 dolarî hat firotin.
Rayedarê payebilind yê şirketa Rûsan ya Gazprom Neftê Aleksandr Dyukov diyar kir ku cara ewil îsal bi rubleyê Rûsan dest bi îxrackirina petrolê kirine û di demeke nêz da li Yekîtiya Aborî ya Awrasyayê dê bi rubleyê Rûsan petrolê îxracî hemû welatan bikin.
Ji ber mueyîdeyên Amerîka û hin welatên rojavayî Rûsya hewl dide ku di bazirganiya xwe da emilandina dolar kêm bike.
Rageşiya bazirganî ya di navbera Amerîka û Çînê da bi awayekî neyînî bandorê li ser daxwaza kurewî ya petrolê dike.
Ji bo bihayê petrola brent teknîkî tê gotin ku dibe bihayê di navbera 62,20 û 63,50 dolarî da wekî asta berxwedanê di navbera 62,48 û 62,54 dolarî da jî wekî asta piştgiriyê were şopandin.