Haydar Şahin
07 Adar 2019•Rojanekirin: 08 Adar 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 66,05 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 65,74 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 66,09 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 65,86 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.18an pê va ji sedî 0,28 kêm bû û dakete 66,05 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,18 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê yên ku do hatin eşkerekirin, li Amerîkayê stoqa petrola xam 7,1 milyon warêl zêde bû û derkete 452,93 milyon warêlî.
Pispor dibêjin ji ber ku Amerîka petrolê zêde derdixe li piyaseyê petrol zêde ye ji ber vê jî bihayê petrolê dadikeve.
Endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên endamê rêxistinê nînin ên di pêşîkêşiya Rûsyayê da derxistina petrolê kêm kirin û ji ber ku Amerîkayê mueyîde dan ser Îran û Venezuelayê petrola li piyaseyê kêm bû.