Haydar Şahin
16 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
ANKARA
Piştî ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî (IEA) rapora piyaseya pêtrolê ya meha sibatê eşkere kir li piyaseyên navneteweyî warêla pêtrola brent bi 65,16 dolarî tê firotin.
Duh warêla pêtrola brentê bi 64,86 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 65,02 dolarî. Îro destê sibê jî bi 65,05 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.30yî pê va ji sedî 0,16 zêde bû û derkete 65,16 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla pêtrola xam bi 61,28 dolarî hat firotin.
Li gor "Rapora Piyaseya Pêtrolê ya Mehane" ya IEAyê eşkere kir Rêxistina Welatên Pêtrolê Îxrac Dikin (OPEC) di sibatê da li gor meha beriya xwe derxistina pêtrola xam rojane 420 hezar warêl kêm kir û daxiste 32 milyon û 100 hezar warêlî.