Haydar Şahin
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 29 Îlon 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 81,48 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 81,75 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 82,41 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla petrola brent bi 81,30 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.30yî pê va ji sedî 0,22 zêde bû û derkete 81,48 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 72,28 dolarî hat firotin.
Li gor pisporan, Erebistana Siûdî û hin welatên petrolê derdixin li ser îhtimala di rojê da 500 hezar warêl petrolê zêde derxin diaxivin, ev jî piştgiriyê dide daketina bihayê petrolê. Li Libyayê hilberîna petrolê êdî ji berê zêdetir stabîl e, li Amerîkayê hilberîn û stok zêde bûne ev jî tesîrê dike ku biha dakeve.