Önder Beyter
20 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
MOSKOVA
Hat ragihandin ku di sala 2017an da bi 4,52 milyonî va tûrîstên Ûris herî zêde çûn Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya şîrketa analîza tûrîzmê TurStatê da hat destnîşankirin ku par 39,6 milyon welatiyên Ûris ji bo geşta tûrîstîk çûn welatên biyanî ku ev reqam li gorî pêrar ji sedî 26 zêde bûye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 2017an da li gorî sala beriya wê, hejmara tûrîstên ku hatin Tirkiyeyê 5,7 qat zêde bû ku tevahiya wê jî 4,52 milyon e. Di daxuyaniyê da herwisa hat gotin ku li pey Tirkiyeyê Abhazya tê û hejmara wê jî 4,34 milyon e.
Di rêza sêyemîn a welatên ku herî zêde geştiyarên Ûris çûnê da Fînlandiya heye û pey ra jî bi rêzê va Qazaxistan, Ukrayna, Çîn û Estonya tên.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş di daxuyaniya xwe ya çend roj berê da diyar kiribû ku ew pêşbînî dikin ku îsal wê 6 milyon tûrîstên Ûris werin ziyareta Tirkiyeyê.