10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Di warê reforman da sektora fînansê wê sereke be. Di warê sektora fînansê da jî ji bona me wê sektora bankeyan sereke be."
Ji axaftina Wezîr Albayrak sernavên derketin pêş ev in:
"Em ê mijara konkordato û krediyan ji bona baş bibe û menfeeta her kesî tê da hebe gorî qanûnê ji nû va binirxînin.
Çarçoveya qanûnî ya nû, wê pêvajoya ji nû va verastkirin û tehsîlê leztir bike, şirketên ku qabiliyeta wan a dayîna deynan nemaye wê bi awayekî lez û bez tasfiyeya wan pêk bîne.
Bi vê pergalê ra em ê Reforma Tezmînata Qidemê jî têxin rewacê.
Em ê cardin li ser pergala teqawidiya takekesî ya mecbûrî ku dê rêjeya birînê li gorî qazanca welatiyên me were kifşkirin, rawestin.
Bi sazîbûna teze va hedefa me ew e ku fona kom dibe di 5 salan da ji sedî 10ê dahata neteweyî bigre.
Ji bo ku qada fînansal baştir bixebite emê di qada reel da hin gavan biavêjin.
Reforma me ya bingehîn a ji bo têkoşîna dijî enflasyona xidayê, dê Projeya di Çandiniyê da Yekîtiya Neteweyî be.
Bi piştgiriya were dayîn va di nav 4 salan da hejmara pêz ew ê ji 47 milyonî derkeve 100 milyonî.
Di mîmariya baca me ya nû da emê îstisna û muefiyetan kêm bikin. Emê Baca Saziyan gav bi gav kêm bikin.
Ji bo ku di bazara fêkî û zerzewadên teze da bibe hêmana dengeyê bi şirîkatiya Koperatîfa Çandinî û Krediyê Sera ŞA wê ava bibe.
Ji bona kalîteya çalak ya sektora me baş bibe em hin gavan diavêjin. Bi pêşengiya Yekîtiya Bankeyan di pergala ku kamu di nav da tuneye, di sektorên vejen û înşeatê da ku di warê krediyan da pirsgirêk hene, em ê milkên bipirsgirêk bikirin û bi guherîna deyn-hîseyê derxin derva û bîlançoya bankeyan paqij bikin. Ji bona vê jî em dixwazin Fona Milkan û Fona Sermayê ya Hewldana Vejenê ava bikin.
Ji bo sîstema bacê ya bi edalet em ê rêjeya li gor dahatê zêde dibe pêk bînin. Bi taybetî beyannameyê were zêdekirin, baca nerasterast were kêmkirin baca rasterast were zêdekirin û bacê li her kesî belav bikin."
Bi destê Fona Heyînê ji bo ku welatê me di bazirganiya navneteweyî da bibe baregeha lojîstîk a herêmî Plana Master a Lojîstîk dê were amadekirin.
Bi plana Masterê ya Turîzmê di nav 4 salan da em ê hedefa 70 milyon turîst û 70 milyar dolar qezenca turîzmê bi dest bixin."