Eşber Ayaydın
20 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2022
Îsota hûrkirî ya ku li Tirkiyeyê tê hilberîn û di xurekan da pir tê tercihkirin, di nîvê ewil ê salê da Almanya, Holanda, Îngiltere, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Erebistana Siûdî jî tevda tam da xurekên 93 welatan.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, ji Tirkiyeyê di sala 2021ê da bi bihayê 9 milyon û 222 hezar dolarî îsota hûrkirî hat îxrackirin.
Par di serdema rêbendan-hezîranê da bi beramberî 1913 ton berhem va 4 milyon û 730 hezar dolar dahat hat wergirtin, îsal di heman serdema salê da bi beramberî 2 hezar û 185 ton îsota hûrkirî 4 milyon û 967 hezar dolar dahat hat wergirtin.
Di vê maweyê da Almanya, Holanda, Îngiltere, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Erebistana Siûdî, Fransa, Amerîka, Iraq, Nîjer, Togo, Kuba, Malezya, Japonya, Kanada, Oman, Urdin, Misir, Malta û Kenya di nav da ji bo 93 welatan îsota hûrkirî hat firotin.
Serokê Meclisa Borseya Bazirganiyê ya Şanliurfayê Îsa Kizildemîr ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qîmeta hilberîna çandiniyê li hemû dinyayê roj bi roj çêtir tê fêmkirin û wiha dewam kir:
"Li Tirkiyeyê beşeke mezin a îsota hûrkirî ya ku tê firotin li bajarê me tê hilberîn. Gelek fîrmayên îxracatvan îsota hûrkirî ji Şanliurfayê îxracî derva dike. Her wiha îsotên ku hatine ajotin jî berhevkirina wan nêzîk e. Bi hilberîna îsota hûrkirî ya sezona nû va em li bendê ne ku reqamên îxracatê heya dawiya salê mezintir bibin."