ANKARA (AA) - Sergotubêj û Wezîrê YEyê Egemen Bağış di vekirina qonaxa 22. a YEyê de wiha got: "Ez wiha bawer dikim ku vekirina qonaxa 22. yanî polîtîkayên herêman ji bo Tirkiye ya ku niha di çerçoveya pêvajoya çareseriyê de ye pir giringe, bi xêr û silamet be. dêPêvajoya vekirina vê qonaxê ne derasayî ye ji xwe pêvajoyek hewce ye.
Wezîr Bagış bi balyozên dewletên endamên Yekîtiya Ewrupayê re li wezaretê di şîvê de hatin bahev. Serşêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan, İbrahim Kalın jî beşdarî vê xwarinê bû. Wezîr Bagış axaftinek kurt kir û got: "Bi xebera ku di navbera Tirkiye û YEyê de qonaxek din vebû ye ve û ji ber vê jî ku ez we diezimînim pir kêf xweşim."
Wezîr Bagış axaftina xwe wiha dewam kir,
"Ez wiha bawer dikim ku bi vekirina qonaxa 22. yanî polîtîkayên herêman ji bo Tirkiye ya ku niha di çerçoveya pêvajoya çareseriyê de ye pir giringe, bi xêr û silamet be. dêPêvajoya vekirina vê qonaxê ne derasayî ye ji xwe pêvajoyek hewce ye. Lê wek ku birêz Catherine Ashton û Stefan Füle jî li ser sekinîn vekirina qonaxên siyasîyên 23. û 24. jî pir giringe. Daxiliya Tirkiyeyê ya YEyê ji bo me gelek giringe û ji sala 1959an vir de ji bo hemû partiyan heman hedefe..