10 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kêfxweş e.
Ferhan Haqê Arîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê li NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku Serokomar Erdogan û Pûtînê Serokê Federasyona Rûsyayê li St. Petersbûrgê ji ber ku têkiliyên her du welatan dîsa normal bûn hatin bal hev.
Arîkarê Berdevk Haq li ser pirsekî got ku "Ji navê rakirina cudahiyên di nav welatan de ji bo her dem nîşaneyek baş e" û destnîşan kir ku ji ber vê yekê kêfxweş in.