Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di meha mijdarê de Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) ji sedî 1,80, Endeksa Bihayê Hilberîneran (UFE) jî ji sedî 0,69 zêde bû.
TUÎKê daneyên sala 2003yan û ên meha mijdarê dan ber hev. Li gor daneyan ji meha mijdarê vir ve enflasyona TUFEyê ya salane ji sedî 7,71 û ya UFEyê jî ji sedî 6,77 e.
Li gor komê xerckirinên sereke rêjeya TUFEyê di meha mijdarê ya sala 2013an de wiha ne: Di xurek û vexwarinên bêalkol de ji sedî 3,91, eşyayên malê de ji sedî 1,58, di otêl û loqenteyan de ji sedî 0,94, çand û şahiyan de ji sedî 0,62 TUFE zêde bû.