05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ANKARA
Endeksê Bihayê Xerîdaran (EBX) di meha gulanê da ji sedî 0,45, Endeksê Bihayê Hilberînerên Nava Welat (EBH-NW) ji sedî 0,52 zêde bûn. Bihayê xerîdaran a enflasyona salane ji sedî 11,72, bihayê hilberînerên nava welat jî ji sedî 15,26 e.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeye, ji meha gulanê pê va dema nîvendiya 12 mehan tê nihêrîn bihayên xerîdaran ji sedî 9,09, bihayê hilberînerên nava welêt jî ji sedî 9,02 zêde bû. Li gor mehê jî EBX ji sedî 0,45, EBH-NW jî ji sedî 0,52 zêde bûn.
-Herî zêde sol û kinc biha bûn
Di meha gulanê da li gor mehê ji sedî 5,97an ve sol û kincbiha bûn.
Aborînasên ku beşdarî Anketa Pêşbîniya Enflasyona Fînansê ya AAyê bibûn, ji bo meha gulanê di warê Endeksa Bihayê Xerîdaran da ji sedî 0,45 zêdebûn pêşbînî kiribûn.