Orgeneral Ozer diyar kir ku kurtkirina dema leşkeriyê ne xebateke nû ye û beriya ku wî dest bi wezîfeyê kir, hatiye destpêkirin û wiha got: "Dema min bi birêz Serokwezîr re ev mijar muzakere kir me li hev kir ku dema serbaziya yêdek dê dibe 12 meh, leşkeriya demkurt jî dê bibe 6 meh. Leşkeriya demdirêj jî dê bibe12 meh. Piştî ku xebatên me qediyan Serokwezîr ev mijar pêşkeşî raya giştî kir. Niha ne mimkun e ku leşkeriya mecburî bê rakirin. Armanc ew e ku TSK profesyonel bibe. Lê di vê rewşê de leşkeriya cûr bi cûr dê di rewacê de be."
Ji hêla din ve, Orgeneral Ozer diyar kir ku ew li Kosova û Bosna Hersekê bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de li ser mijarên perwerdeya leşkerî û hevkariyê axivîne.