Abdullah Tel
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
CENEVRE
Mîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) va hat avakirin, xwest ku ji ber jenosîda li hemberî Misilmanên Arakanê bila Serokê Sererkaniyê Mîn Aûng Hlaîng jî di nav da sererkanên payebilind ên Artêşa Myanmarê (Tatmadaw) li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) bên darizandin.

Mîsyona ku Konseya Mafên Mirovan a NYyê di 23ê Adara 2017an ava kiribû piştî xebatên xwe yên 18 mehan li ser daneyên ku bidest xistibû rapor amade kir û sala 1emîn a jenosîda li hemberî Misilmanên Arakanê yên li Myanmarê lê rast hatin eşkere kir.

Di raporê da hat xwestin ku bila sûcên şer û sûcên li hemberî mirovahiyê yên li eyaletên Şan û Kaçîn a Myanmarê qewimîbûn, bên lêkolînkirin. Der barê Serokê Sererkaniyê Mîn Aûng Hlaîng û sererkanên payebilind ên Artêşa Myanmarê da jî tê xwestin ku bila ji ber wan sûcên li dijî mirovahiyê kirine lêkolîn bê kirin û der barê wan da bila jêpirsîn dest pê bike.

Di raporê da hat gotin ku di serî da artêşa Myanmarê û hêzên ewlehiyê jî li pey wê li hemberî Misilmanên Arakanî kar û barên îstismarkirinê birine serî, bi eşkere mafên wan ên mirovahî binpê kirine û tevgerên artêşê "li gor hiqûqa navneteweyî bêguman sûcên giran in" û ev yek jî di raporê da hat eşkere kirin.

Hat gotin ku mecbûriyên eskerî wê tu carî "kuştina mirovan, destdirêjkirina li hemberî jinan, êrîşên li ser zarokan û şewitandina hemû gundan" wek heq nîşan nede. Dema li gefên ewlehiyê yên eyaleta Arakanê tê mêzekirin tê dîtin ku rêbazên artêşa Myanmarê bi awayek berbiçav giran in û hevgirtî jî nînin.
Di rapora ku qala jenosîda li hemberî Misilmanên eyaleta Arakanê hat kirin da hat gotin ku jenosîda li Arakanê dema bi jenosîdên li deverên din ên dinyayê hatine kirin ra tê muqayesekirin tê dîtin ku ji hêla "kirin", "çarçove" û "cidiyetê" va dişibe wan.

Bi taybetî di raporê da hat xwestin ku bila Serokê Sererkaniyê Mîn Aûng Hlaîng, alîkarê wî General Soe Wîn jî di nav da gelek fermandarên payebilind ên Artêşa Myanmarê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin.
- Qirkirina li hemberî Misilmanên Arakanê
Piraniya misilmanên Arakanî yên ku ji salên 1970yî vir ve bi zilm û tehdeya sîstematîk re rû bi rû dimîmin axên xwe terikandin û koçê welatên herêmê kirin.

Misilmanên Arakanî bi qanûna ku sala 1982yan de hat qebûlkirin ji mafên xwe yên welatîbûnê bêpar man û "bêdewlet" tên hesibandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) misilmanên Arakanî wekî "kêmneteweya dînî ya ku eziyetê dibînin" qebûl kiriye û misilmanên Arakanî rastî bûyerên şîdetê, cudahiya qanûnî, aborî û civakî tên.
Kêmneteweya misilman a ku li eyaleta Arakanê ya Maynamarê ya li sînorê Bangladeşê dijîn li welêt heta niha ji aliyê birêvebiriyan ve wekî koçberên ji Bangladeşê hatî tên qebûlkirin û di belgeyên fermî de wekî "Benegalî" tên binavkirin.
Li welatê ku hê jî 135 komên etnîk bi awayekî fermî tên naskirin de Budîstên nijadperest ên radîkal dijî wê yekê derdikevin ku misilmanên Arakanî bi awayekî fermî bên nasandin.
Pevçûnên ku li eyaleta Arakanê di sala 2012an de di navbera Budîst û misilmanan de derketin drama misilmanan nîşanê dinyayê da. Di bûyeran de piranî misilman bi hezaran mirov bi awayekî hovane hatin qetlkirin, bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin.
Misilmanên Arakanî piştî êrîşên ku di cotmeha 2016an de li cihên kontrola polêsan hatin kirin artêşa Myanmarê operasyon dan destpêkirin, di encama operasyonan de misilmanên Arakanî rastî şîdet û ixlalên mafên mirovan hatin. Hedefa sereke ya operasyonan dîsa sivîl bûn.