Lewheyên ku rêya şaxa avahiya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSU) ya Mîdyadê nîşan didin bi kurmancî, tirkî û sûryanîkî hatine amadekirin. Erebên ku li Mêrdînê dijîn bertek nîşanî vê tevgerê dan û dixwazin ku erebî jî di heman lewheyên ku rê nîşan didin de bên nivîsandin.
Li Midyadê di nav lewheyan de erebî bi tenê li ser lewheya avahiyê hatiye nivîsandin lê ew jî beravajî hatiye nivîsandin û welatiyên ereb jî aciz bûn.
Serokê Komeleya Haldeha Piştgirî û Alîkariyê ya gundê Sarikayayê Abdûlkadîr Altay daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku ji bo deynê xwe yê avê bide dema çû MARSUyê dît ku lewhe bi sê zimanan hatine amadekirin lê erebî di nav wan zimanan de nehatiye nivîsandin û di lewheya ser şaxê de jî erebî beravajî hatiye nivîsandin.
Altay destnîşan kir ku di ser de wext derbas bû lê ev çewtî hêj nehatiye rastkirin û gel ji vê yekê aciz e û wiha pê de çû: "Ji sala 2007an heta niha ji bo erebî di nav nifşê me de jî bê bikaranîn em hewl didin. Li hemberî evqas hewl û xebatên me erebî di lewheyan de nehat nivîsandin. Em wisa hêvî dikin ku ji bo serastkirinê di vê mijarê de gav bên avêtin. Li Mîdyatê ereb gelek in. Lewhe bi sê zimanan hatiye amadekirin lê ji ber ku erebî di nav wan de tuneye meriv dibê gelo çima tuneye? Heke neyê serastkirin wê demê emê jî bibêjin HDPê ji ber ku ji ereban zêde ray hilneda ji ber vê yekê wiha tevdigere. Heke wisa be ev yek bi HDPê nakeve. Şêniyên ereb ên ku li navçeyê dijîn jî ji vê yekê aciz in."
Ji esnafên Mîdyadê Zeynî Magat jî diyar kir ku nebikaranîna erebî tiştekî ne raste û nayê qebûlkirin.
Berpirsyarê Şaxa MARSUyê ya Midyadê Mehmet Emîn Ozel jî destnîşan kir ku beravajî nivîsandina erebî ya li ser lewheyê bi xeletî hatiye kirin û wiha pê de çû: "Ev rewş ji ber xetayekî qewimiye û ji ber vê jî meriv nedikare Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û ne jî midûriyeta MARSUyê wek berpirsyarê vê tevgerê nîşan bide û tu kes jî li dijî ereban nîne. Em di xizmeta xwe de cudahiyê nakin navbera ti kesî û ji her kes re xizmetê dikin. Ev xeta dê bê serastkirin û li ser lewheyan erebî jî dê bê nivîsandin."