İSTANBUL
Li Parka Geziyê ji bo fitarê kon tê vegirtin.
Şaredariya Beyogluyê ragihand ku ev 20 sal in li Parka Geziyê konê fitarê tê vegirtin û dê îsal jî ji bo hezar 500 kesî sifreyên fitarê bên amadekirin.
Di dema fitarê de dê mase bên amadekirin û xwarin bê dayîn. Piştî fitarê mase dîsa dê bên rakirin.
Serokê Şaredariya Beyogluyê Ahmet Misbah Demîrcan wiha got: "Em kevneşopa xwe ya fitarê ya li parka Geziyê 20 sal e didomînîn. Îsal jî dê bidome. Em li benda hemû Stenboliyan e."