Serokê Beşa Nexweşiyên Dil û Temaran ê Nexweşxaneya Mamorîalê Prof. Dr. Bîngur Sonmez wiha got: "Di meha remezanê de, ava di laşê mirovan de kêm dibe. Ji ber vê yekê divê kesên ku rojiyê digrin baldar bin û herî kêm bi roj du saetan rabikevin. Ji hêla tendûristiyê ve kesên ku di meha remezanê de, bi roj du saetan radikevin li gor yên ku ranekevin baştirin. Lewra rîska qirîza dil bi xêra xwewê ve nîne nîv dadikeve."
Sonmez ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku îsal di mehên germ û rojên dirêj de mirov rojiyê digrin, ji bo vê yekê divê kesên ku rojiyê digrin baldar bin.
Sonmez destnîşan kir ku însan bi qasî 15-16 saetan rojiyê digrin, ji ber vê yekê dibe ku hin pirsgirêkên tendûristiyê derbikevin holê û ji bo vê yekê got ku divê kesên ku rojiyê digrin rojê herî kêm du saetan rabikevin.
Prof. Dr. Bîngur Sonmez wiha dewam kir: "Di meha remezanê de, ava di laşê mirovan de kêm dibe. Ji ber vê yekê divê kesên ku rojiyê digrin baldar bin û herî kêm bi roj du saetan rabikevin."