"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 4emîn" a ku bi şirîkatiya Anadolu Agency (AA) û Akademiya Polêsan ve tê dayîn dest pê kir
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk beşdarî vekirina bernameya perwerdehiyê bû û got: "Bernameya sertîfîkaya nûçegihaniya şer a herî baş li dinyayê em didin. Dema meriv li xebatên dinê dinihêre di nav wan de tu xebat nagijîje xebata me, lewra em ceribandinan wek ku bûyer hene dikin û perwerdekarên me jî di qada xwe de pispor in."
Ozturk li Akademiya Polêsan a ku li Anittepeyê ye di vekirina bernameyê de xeber da û diyar kir ku ji bo sazîbûna perwerdehiya nûçegihaniya şer tevlî AAyê gelek hewl dan. Ozturk got ku ew ji ber rîsk, qedr û qiymeta vê pîşeyê girîngiyê didin hemû perwerdehiyên ku ji bo vî karî tên dayîn.
Ozturk diyar kir ku ji karên herî bi rîsk yek jî nûçegihaniya şer e û destnîşan kir li qadên ku niha şer lê hene ji xebatkarên AAyê 75 kes birîndar bûn.
Nûçegihaniya şer
Perwerde ji bo nûçegihanên wêneyan, kameraman û nûçegihanên ku di saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî de dixebitin tê dayîn. Ji serlêdanên ku hatin kirin ji saziyên netewî û navneteweyî bi tenê 30 kes hatin hilbijartin û îro di perwerdeya nûçegihaniya şer a ku dê 2 hefteyan dewam bike de cih girtin.
Perwerdehî bi destê Akademiya Nûçeyan a Anadolu Agencyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan ve tê dayîn.
AA kesên ku pewerde nebin naşîne şer. Li gor perwerdeya ku AA dê bide, di nûçegihaniya şer de ya herî girîng ewlehiya nûçegihanan e û pişt re jî nivîsandina nûçeyan, kişandina wêne û dîmenan û şandina van e.
Piştî ku perwerdehî bi dawî bû sertifîkaya navneteweyî dê bê dayîn.