Betül Bilsel
04 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2026
Ji bo Gazîantep, Şanliurfa û Adiyemanê hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, li Gazîantep, Şanliurfa û Adiyemanê ji êvarê pê va bi navber û herêmî barana gur û tavî û teyrok tê payîn.
Ji ber baranê divê welatî ji bo lehî, birûsk, zîpik, bager û bahozê baldar bin û di çûyîn û hatinê da bi tevdîr bin.