AGRI
Elîf Esdelîk ev 4 sal in di înşaetan de dixebite û bi vî awayî piştgirîyê dide aboriya malbata xwe. Esdelîk ji bo ku arîkariya bavê xwe bike dest bi vî karî kir û di maweya betlana havînê de jî di înşaetan de karên boyaxê kir.
Esdelîk a ku di pola 8emîn de dixwîne daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di temenekî biçûk de dest bi vî karî kiriye û di mehên havînê û wextê dibistanê dixebite û mesrefên xwe yên dibistanê derdixîne.
Esdelîk got ku boyaxkerî bû wek pîşeyê wê û kesên ku xebata wê dibînin matmayî dimînin û diyar kir ku dê karê xwe berdewam bike. Esedlîk dest nîşan kir ku karê xwe bi hêsanî dike û wiha axivî: "Bavê min karkerê înşaetê ye û rewşa me ya aborî ne baş e. Ez ji bo ku li ser milê malbata xwe nebim bar, li înşaetan karên cils, boyax û badanayê dikim û di karên hêsan de dixebitim. Hem li havînan hem jî di maweya dibistanan de piştî dersan li înşaeta ku bavê min dixebite de, arîkariya bavê xwe dikim. Digel boyaxa cilsê jî dikim. Ji ber ku ji vê karê peran qezenc dikim, ji karê xwe hez dikim. Bi vî awayî hem mesrefên xwe yên dibistanê derdixînim hem jî mesrefên nexweşxaneya birayê xwe didim. Bavê min her hefte birayê min dibe Erziromê, li ser bijîşk. Dixwazim li ser milê malbata xwe nebim bar. Xeyala min a herî mezin ew e ku bixwînim bibim bijîşk."
- Kesên ku min li ser banê avahiyan dibînin mat dimînin
Esdelîk diyar kir ku karê xwe bi arîkariya bavê xwe dike û got ku karên wek cilsê, bavê min hînî min kir û wiha pê de çû: "Ez ji boyaxkirinê gelekî hez dikim. Bavê min rêbazên ku ez nizanim jî hînî min dike. Carîna ew cihên ku em ji bo badanayê diçin kesên ku min dibînin, dibêjin ku dê ev keçik çawa boyaxê bike, keçik e, nikare boyaxê bike. Helbet piştî ku min karê xwe kir, ew fêm dikin. Belê ez jin im lê karê xwe zehf baş dikim. Nêrîneke wiha heye ku dibêjin jinên rojhilatê nikarin karên wisa bikin. Lê ez dikim û bila her kes jî bibîne."
- Elîf ji hostayekî boyaxker çêtir boyaxê dike
Bavê Elîfê Mehmet Emîn Esdelîk jî diyar kir ku ev 15 sal in li înşaetan boyaxê dike û got ji ber ku rewşa wan a aboriyê nebaş e, keça wî bi wî re tê kar.
Mehmet Emîn Esdelîk got ku Elîf 4 sal berê bi zorê ket pey wî û piştî demekê arîkariya wî kir û min jî karên cils û boyaxê hînî wê kir. Elîf ji karê boyaxê zehf hez dike û niha ji hostayekî boyaxker çêtir boyaxê dike.
Emîn Esdelîk diyar ku keça wî di maweya dibistanan de jî arîkariya wî dike û kesên ku wê dibînin mat dihêle. Esdelîk anî ziman ku xwezî rewşa me ya aborî jî baş bûya û Elîf jî tenê li ser dersê xwe bixebitiya.