Kovara Nûbiharê ev 21 sal e ku li ser ziman û wêjeya kurdî xizmetê dike û bênavber weşanên xwe didomîne. Bi mûnasebata salvegara 21emîn ya Nûbiharê bi navê "Sempozyuma Navnetewî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê" sempozyumek tê li dar xistin. Di sempozyuma ku dê li Salona Konferansê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bê lidarxistin de gelek akademîsyen, rojnamevan û nivîskarên ji Tirkiyê û biyanî biaxivin. Di sempozyumê de dê li ser mijarên nasnameya kurdî, çand, ziman, dîn û neteweperwerî, zimanê zikmakî, pirzimanî, pirçandî û gelek mijarên din bê axaftin. Li ser navê lijneya sazkirina sempozyumê Prof. Dr. Ahmet Erkol ve Suleyman Çevîk dê biaxivin û bername dê di saet 09.30an de dest pê bike.
Di sempozyumê de di beşên zanistê yên cuda de teblix dê bên pêşkêşkirin û 21 salên Kovara Nûbiharê dê berbiçav re bên derbaskirin û ji bo ku xebatên baştir derkevin holê dê muzakere bên kirin.
Mijarên ku dê di sempozyumê de di bin serenavê "dîn" bên axaftin ev in; ziman, dîn û nasname. Li bin navê dîn de dê behs bê kirin ku ka dîn çawa bandorê li ser nasnameyê û ziman dike. Ji hêla din ve di dîrokê de dîn û baweriyên kurdan çawa bandor li ser ziman û nasnameya wan kiriye, dê der barê vê de jî bê axaftin.
Di bin serenavê "ziman" de dê behsa perwerdeya bi zimanê zikmakî, polîtîkayên ziman, qedexeya ziman çawa bandorê li ser nasname û kesayetiyê dike, bîreweriya aîdiyetê, rola fîlozof û saziyên kurdan yên ku derfet dane ku ziman bigihêje îro, li surgunê de pêkhatina kesayetiyê û zimanê kurdî bê kirin.
Di dema Komarê de nasnameya kurdan, bandora tehcîr û koçberiyan a li ser ziman, mijarên esasî yên ku nasnameyê pêk tînin: dîn, ziman, çand û nasname, hêz û rola desthilatiyê ya ku li ser ziman, nasname û kesayetiyê, pirzimanî, pirçandî, pirdînî dê di bin serenavê "nasnameyê" de bê axaftin.
Nivîskar Baskin Oran dê behsa "Di 1876an de ji Qanûna Esasî Heta Îro li Tirkiyeyê Meseleya Kurdî" bike. Dr. Guneş Murat Tezcur dê li ser mijara "Di Tirkiyeya Nûjen de Pêkhatina Nasnameyên Kurdan: Zelalbûna Hiyerarşiyên Etnîk û Kêmbûna Siftbûna Wê" bisekine. Dr. Mîchîel Leezenberg dê behsa "Di Bilindbûna Neteweperweriya Kurdan de Wek Qonaxeke Hestiyar Geşbûna Xwendevanî û Çandperweriya Hîndekariya Medreseyên Kurdan" bike. Dr. Irfan Mustafa Hewramî, dê li ser mijara "Di Strakçira Pirzimanî, Pirdînî û Pirçandiyê de Nasnameya Kurdi û Înşaya Wê" biaxive. Dr. Îsmail Beşîkçî dê der barê "Di Çêbûna Nasnameyê de Rola Ziman û Dîn" de biaxive. Nivîskar Jan Dost jî dê der barê "Îslam û Nasnameya Kurdan" de biaxive.
Di sempozyumê de li ser mijarên din jî ev kes dê biaxivin, fikr û ramanên xwe parve bikin:
Dr. Mûcahît Bîlîcî, Muhîttîn Kaya, Dr. Yaşar Abdulselamoglu, Alk. Doç. Dr. Shahab Valî, Alk. Doç. Dr. Ekrem Onen, Doç. Dr. Salîh Akin, Doç. Dr. Îbrahîm Bor, Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Lêkolîner Salîm Orhan, Dr. Heyder Lashukrî, Alî Karadenîz, Selman Dîlovan, Alk. Doç. Dr. Hayrullah Acar, Alk. Doç. Dr. Kerîm el-Hûlî, Reşat Adak, Burhan Işik, Sefa Mehmetoglu, Prof. Dr. Abbas Valî, Prof. Dr. Mesut Yegen, Ayhan Bîlgen, Alk. Doç. Dr. Ercan Çaglayan, Doç. Dr. Mehmet Gûrses, Abdullah Şahîn, Dr. Abdurrahîm Alkiş, Dr. Moaed Barakat, rojnamevan Alî Bayramoglu û Cengîz Çandar, Parlamenterê BDP yê Diyarbekirê Altan Tan, Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarîoğlu, Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Gûrses, Lêkolîner û Nivîskar M. Xalid Sadînî, Serokê Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê Osman Baydemîr, Hîdayet Şefkatlî Tuksal,Îrfan Mustafa Hewramî.
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Erkol dê serokatiya lijneya sempozyumê bike. Endamên lijneyê jî ji van kesan pêk tê; Doç. Dr. Îbrahîm Bor, Alk. Doç. Dr. Hayrullah Acar, Alk. Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Alk. Doç. Dr. Tahîrhan Aydin, Alk. Doç. Dr. Akîf Akto, Abdullah Şahîn, Osman Tunç, SUleyman Çevîk M. Rauf Çîçek ve Salîm Orhan.
Lijneya şewirmendiya sempozyumê ji kesên ku gelek xebatên wan ên girîng hene pêk tê:
Prof. Dr. A. Wahab Khalîd, Prof. Dr. Hamîd Bozarslan, Prof. Dr. M. Edîp Çagmar, Prof. Dr. Hashem Ahmedzafeh, Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Prof. Dr. Mehmet Asutay, Prof. Dr. Osman Taştan, Prof. Dr. Saîd Ozervarlî, Prof. Dr. Ahmet Erkol, Prof. Dr. Îhsan Sûreyya Sirma, Prof. Dr. Chrîstîn Allîson, Prof. Dr. Mesut Yegen, Doç. Dr. Vahap Coşkun, Doç. Dr. Salîh Akin.