Önder Beyter
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
TEKÎRDAG
Munîr Genç (70) ku li Hayraboluya navçeya Tekîrdaxê dijî, perçeyên daran berhev dike û paşê bi kêra xwe va vediroje, dixe berhema hunerê.
Gencê ku wekî hobî dest bi verotina daran kiriye, dema ku dibîne tiştên ku çêdike, xelk eleqeyê nîşan dide, wê demê dest pê dike û van berheman difiroşe û jê pere qezenc dike.
Genc odeyeke qata jorê ya mala xwe, ji xwe ra kiriye atolye û demeke dirêj a roja xwe di vê atolyeyê da derbas dike û ji xwe ra dixebite.
Genc bi dar û textikan va nimûneyên erebeya ga, keleske, sirsûm, cot, pûlix, gêle û dasan çêdike. Genc hem siparîşan werdigire û hem jî beşdarî çalakiyan dibe û li wê derê berhemên xwe difiroşe.

- "Ez şikil didim her cure darî"
Genc di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî teqawid bû, wî wekî hobî ji xwe ra dest bi verotina daran kir û wiha dewam kir, "Paşê min li qata jorê ya mala xwe odeyek ji xwe ra kir atolye. Di vê atolyeyê da ez bi dar û textikan va nimûneyên alav û hacetên berê çêdikim."
Genc bal kişand ku ew bi kêra xwe va daran vediroje, şikil dide daran û herwiha ji daran nimûneyên hacetên kevn ên çandiniyê û fîgurên ajalan çêdike û wiha pê da çû:
"Dema ez teqawid bûn, min wekî hobî dest bi destkariya daran kir. Dû ra min ev kar ji xwe ra kir pîşe. Armanca min ne bi tenê pereqezenckirin e. Dema ez şikil didim daran, ez pir xwe kêfxweş û aram hîs dikim. Ev qedera 5 salan e ez vî karî dikim. Ez di heman demê da beşdarî festîval û fuaran jî dibim."