İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li 4 bajaran tavî û teyrok wê çêbe.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê hewa wê ewrsayî be. Tê payîn ku piştî nîvro navenda Erziromê û aliyên bakurê wê û li Erzincan, Qers û Erdexan û der û dorên wan heta êvarê tavî û terok çêbe.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê 2-3 pile zêde ye.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 10, li Erzirom û Erdexanê 11, li Agiriyê 13, li Erzincanê 16 û li Îdirê 20 pile hat pîvan.
Tê payîn ku germ herî zêde li Îdirê 34, li Erzincanê 31, li Agiriyê 29, li Qersê 26, li Erziromê 25 û li Erdexanê 23 pile be.
Li herêmê di nav 24 saetên dawîn da serê mêtreqareyê li Erdexanê 25,2, li Qersê 9,4, li Erziromê 8,1 û li Îdirê 0,7 kîlo baran barî.