İbrahim Atmaca
13 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li Agiriyê Şahîn Bayram bi perçeyên hesin, şîş û pola yên ku li cem temîrkarên wesayîtan berhev kir va hêkelên curbecur çêkirin.
Li Agiriyê Şahîn Bayram bi perçeyên hesin, şîş û pola yên ku li cem temîrkarên wesayîtan berhev kir va hêkelên curbecur çêkirin. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )
Şahîn Bayram li gundê Balçîçekê yê navçeya Taşliçayê dijî û ji Beşa Mamostetiya Resimê ya Zanîngeha Agri Îbrahîm Çeçenê mezûn bûye. Ji ber ku meraqa Bayram li ser çêkirina hêkelên heywanan hebûye, dest avêtiye vî karî. Bayram ji bo ku vî xeyalê xwe bi cih bîne û fîguran çêke, demekê perwerdeya qaynax û îspirelê hilda û li cem temîrkarên wesayîtan geriya û metalên xurde berhev kirin. Bayram di baxçeyê mala xwe da dest bi xebatê kir û bi derfetên xwe va pêşiyê hêkela şêr çêkir. Bayram bi mehan şev û roj xebitî û hêkela şêr, leyleg, eylo, meriv û tiştên din çêkir. Bayram bi gelek metalên kêrnehatî va birek hêkel çêkirin, hêkela wî ya ku herî zêde tê ecibandin pîra hirîrês e.
Bayram xebatên xwe li Navenda Perwerdeyê ya Gel didomîne û hêkelên wî bala gel jî dikşînin. Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Faruk Tekîn ji bo ku xebatan di cî da bibîne hat navendê û Bayram pîroz kir.
Tekîn piştî ku li hêkelan nihêrî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev xebat di çarçoveya "Projeya Bêbermayî" da hat kirin û ew dixwazin van hêkelan di dawiya salê da li fuara vegerandina bermayiyan pêşkêş bikin.
Şahîn Bayram jî got ku ew ji bermayî û alavên xurde va hêkelên heywanan çêdike, çêkirina wan ked û sebrê dixwaze.
Bayram got ku ew ji karê xwe hez dike û ew ê karê xwe bê navber bidomîne û wiha dewam kir:
"Min hêkela xezal, şêr, leyleg, hesp û herî dawî jî min hêkela jina ku teşî di dêst da ye û hiriyê dirêse çêkir. Hêkel pir tên ecibandin."