Abdullah Söylemez
13 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2022
AGRI (AA) - Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Agiriyê ragihand, ji 3 hezar û 285 kîlometre rêya ku ew jê berpirsiyar in, wan 1156 kîlometre rê jê asfalt kir da ku welatiyên li çolterê bi rihetî biçin û bên û her wisa xebatên wan ên di vî warî da berdewam in.
Di daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê da hat diyarkirin, di 2022yan da li tevahiya parêzgehê 38,60 kîlometre rêyên gundan hatin asfaltkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, di çarçoveya xizmetê da ji 3 hezar û 285 kîlometre rêyê wan jê 1156 kîlometre asfalt kir û wiha hat gotin:
"Ji bo ku şertên fîzîkî yên rêyên gundan bên başkirin xebatên me berdewam in û di vê çarçoveyê da ji xeynî rêya asfaltkirî, rêyên nava gundan jî bi 80 hezar metrekare kevirên kîpkirî hatin kevirkirin, 721 kîlometreyî xebatên stabîlîzeyê û yên başkirinê hatin kirin, 4 hezar û 566 kîlometre reglaj, 913 kîlometre jî çêkirina rêyên zeviyan hatin pêkanîn. Rêveberiya her wisa li gundên navendê û yên navçeyê li ciyên pêwîstî pê heye 681 buzên beton bi cih kirin û 71 jî menfez çêkirin."