TRABZON
Li Rojhilatê Behra Spî ji ber ku erazî çal û xwar e, mirov di rêyan de astengiyê dikşînin. Ji ber vê jî barên xwe bi teleferîkên kevn dikşînin. Her çiqas car caran ji metreyan jor talûkeya ketinê hebe jî bixwe jî siwarê wan teleferîkan dibin.
Welatî bi salane bi van teleferîkan barên xwe dikşînin. Piştî teknolojî pêş ket û dewletê rê çêkir ji gelekî wan dev ji van teleferîkan berda. Lê li ser hin eraziyan rê çêkirin zehmet e, an jî dewlet dixwaze rêyan çêbike lê welatî ji ber ku rê ji nav eraziyên wan derbas dibin, destûrê nadin.
Ji ber vê li Trabzon, Rîze, Gîresûn û Artvînê gelek welatî barên xwe bi teleferîkên kenv yên bi morotan an jî bi destan tên xebitandin dikşînin mala xwe. Wisa ku hin caran cinazeyên xwe jî bi van teleferîkan dibin. Bûk û zava jî piştî dewatê bi van diçin mala xwe.
Nobedar Hasan Karayê ku li Gundê Uzumozuya girêdayî navçeya Şalpazara Trabzonê dijî, diyar kir, piştî ku ew teqawîd bûye li gund malek daye çêkirin û wiha axivî: "Min li gund malek çêkir û ez dixwazim di mala xwe de bijîm. Lê ji ber ku rê tuneye ez li navenda navçeyê di maleke din de dijîm. Rêya mala min tuneye û em bi teleferîkê diçîn û tên. Ji ber vê bi ewle nîne."