Ali Bilge
13 Mijdar 2026•Rojanekirin: 13 Mijdar 2026
Li Gola Işikliyê ya li Çivril navçeya Denizliyê, bi kamerayê dîmenê pisîka berrî hat qeydkirin.
Tîmên Şêfîtiya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî yên Çivrilê di dema xebatên ku li herêmê dimeşandin da rastî pisîka berrî hatin.
Pîsika ku ji aliyê tîman va di qada xwe ya siruştî da hat qeydkirin, demekê di nava qamîşan da geriya. Pisîk paşê ji ber çavan winda bû.