26 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
MARDÎN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê jinên ku beşdarî kursa hunerên destan dibin, fîgurên dînî û nijadî li ser qumaş dineqişînin û herwiha pê aksesûar û tabloyan çêdikin.
Li Navenda Piştgiriya Malbatî ya Qaymeqamtiya Kiziltepeyê (ADEM) ku di êrîşên 6-7ê Cotmeha 2014an a alîgirên rêxistina terorê PKKyê ya bi hinceta Kobanêyê da şewitî û paşê piştî temîrkirinê dîsa hat vekirin, jin çanda dînî û nijadî bi şiyana xwe derdixin holê.
Li kursa hunerên destan jinên ku perwerde distînin, li ser qumaşên ji bajarên cuda cuda fîgura destê Hz. Fatimayê, Dayika Meryem, Teyrê Tawis û Şahmeran dineqişînin û pê tablo, aksesûar û cilûbergên herêmî çêdikin.
Kordînatora ADEMê Asli Gulden Çîçekê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li navendê 18 kurs hatin lidarxistin û 305 kesî lê perwerde stand.
Çîçekê diyar kir ku ew li atolyeya hunerên destan di xebatên xwe da bêtir çand û dîroka Mêrdînê derdixin pêş.
- "Em firotana dervayê welat dikin"
Çîçekê got ku ew, qumaşan ji Stenbol û Bartinê didin anîn û herwiha li gorî modêlê ta û bend hildibijêrin.
Çîçekê herwiha diyar kir ku amadekirina fîgureke şahmeranê herî kêm 15 roj dewam dike û wiha xeberda, "Em fîgura Şahmeranê, Tuxraya Osmanî, Mewlana û Hz. Fatima bi teknîka laçik û pêçanê çêdikin. Em berhemên xwe li ser medyaya civakî didin nasandin û bi vî awayî hem difiroşin dervayê bajêr û hem jî dervayê welêt."
Çîçekê bal kişand ku cilûbergên modern li dervayê welat jî balê dikişînin û van cilûbergan difiroşin Almanyayê jî.