12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
SILÊMANÎ
Li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê, çayxaneya ku tenê fotograf, album, axaftin û xatireyên hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises lê hatine daleqandin û tenê muzîkên wî lê têne guhdarîkirin bala heyranên wî û welatiyan dikişîne.
Xwediyê çayxaneyê Baxewan Hemeseîd ku 32 salî ye û bi xwe jî heyranekî hunermend Îbrahîm Tatlises e diyar dike ku 6 sal e ev der vekiriye.
-Bi xeyalê Tatlises mezin bûye
Baxewan Hemeseîd ji Ajansa Anadoluyê re axivî û got ku ew ji zarokiya xwe ve li Tatlises guhdarî dike û vekirina cihekî wisa her di xeyalên wî de hebûye.
Hemeseîd dibêje ku ewî ji biçûkahiya xwe ve fotograf û albumên hunermend kom kiriye û bi hêviya wê rojê jiyaye ku wan li cihê xwe daleqîne.
Ew heyranê Tatlises hestên xwe wiha da der: "Min hemû stranên hunermend kom kirin, di peydakirina hinekan de min gelekî zehmetî kişand. Di dawiyê de îmkan çêbû û min ev çayxane vekir."
-"Ji Tirkiyê jî bo kişandina fotografan tên"
Hemeseîd destnîşan dike ku ji gelek deverên Herêma Kurdistanê û hetta ji Tirkiyê jî xelk tên û fotografên xatireyî li çayxaneya wî dikişînin, gelekî kêfa wan ji wê derê re tê.
Xwediyê çayxaneyê daxwaza xwe ya li ser dîtina hunermend anî ziman û got: "Ji zarokiya xwe ve hêviya min ew bû ku rojekê Tatlises bibînim. Şikir ku dawiya dawî dema seredana Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê kir ew ji nêzîk ve dît û min pê re xeber da. Min çend fotografên xatireyî pê re kişandin û heyraniya xwe jê re anî ziman. Hêvî dikim ku careke din bikaribim bibînim."
Hemeseîd daxwaz kir ku bi rêya Ajansa Anadoluyê dengî wî bigihê hunermend Îbrahîm Tatlises û careke din wî bibîne, herwiha seredana çayxaneya wî bike.
Ziyaretvan û mudawimên hertimî yên çayxaneyê jî xweşhaliya xwe der barê baniyeke wisa de tînin ziman û diyar dikin ku ew bi vekirina cihekî wisa kêfxweş in.
Yek ji mudawimê çayxaneyê û xelkê Hewlêrê ye Reşad Elî Reşîd ji peyamnêrê AAyê re got ku "Ez xelkê Hewlêrê me û sala 1966an hatime dinyayê. Ji 14 saliya xwe ve ez bi heyraniya stranên Tatlises mezin bûme û ji wê demê heta niha ve xeyalê min ew bû ku carekê wî bibînim. Dema seredana Herêma Kurdistanê kir min jî ev xeyalê xwe bicih anî."
Welatiyê Hewlêrî Reşad dibêje ku bi seredana çayxaneyê aram dibe û kêfxweşî lê peyda dibe. Herwiha diyar dike ku wî jî li mala xwe fotograf û berhemên Tatlises kom kirine û gelekî jê hez dike.