SULEYMANIYE
Komeke welatî, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF)ê ji bo 32 ajokarên di 21ê îlonê de hatin revandin bên dîtin, çalakî li dar xistin.
Koma ku ji nêzîkî 30 kesî pêk dihat, heta ber buroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li ser kolana Salîmê meşiya û li vir çalakî li dar xist.
Li ser navê malbatên ajovanên hatine revandin daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 32 ajovanên li ser rêya di navbera Kerkuk û Silêmaniyê de dixebitîn, di 21ê îlonê de hatin revandin û ji vê tarîxê vir ve ji wan tu agahî nehat girtin. Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku ji ewlehiya herêma ajovan lê winda bûn YNK berpirsiyare û wiha hat diyarkirin: "Li gor agahiyên di dest me de, ajovan xala kontrolê ya Banîmekanê derbas kirin e û li nêzikî Çemçemalê winda bûn. Ji bilî du ajovanan ên din kurd in. Ji ewlehiya herêmê YNK berpirsiyar e. Em ji peywirdarên YNKê dixwazin ku ajovanan windabûyî bibînin."
Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku ji bilî ajovanan 20 wesayit jî winda ne. Hin kesên di nav komê de piştî daxuyaniyê xwestin ku bi peywirdarên Buroya Siyasî ya YNKê re hevdîtin bikin. Lê li ser gotina wezîfedaran a 'paşê werin' belav bûn.