ROTTERDAM
Derhêner Nûrî Bîlge Ceylan, di Mihrîcana Cannes Fîlmê de bi fîlma xwe ya "Xewa Zivistanê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.
Ceylan beşdarî beşa "Master Classê" ya Mihrîcana Fîlmê ya 2yemîn Laleya Sor a li Rotterdama bajarê Hollandayê hat lidarxistin bû û wiha axivî:
"Tiştên wiha tirsnak in. Lewra ez ji tenêtiyê hez dikim. Ez li herêmên ku lê tenê dimînim hêza fîlmçêkirinê di xwe de dibînim. Bi minasebeta tiştên wiha derdora mirov bi têkiliyên sûnî dorpêç dibe. Ev tişt derdora mirovan wekî fişekên hewayî ronî dikin, lê wekî ku hûn jî dizanin çavên mirovan piştî ronahiya fişekên hewayiyê kor dibe. Mirov dikeve nav tariyê. Haya min ji van tiştan heye. Ez xelatan jî zêde di serê xwe de mezin nakim. Divê mirov van wekî lîstikek an perçeyekî ji lîstikê bihesibîne."
Ceylan got ku piştî ku xelat wergirtiye destê xweyê rastê kiriye kulm û rakiriye, lê belê li ser vê berê nefikiriye di nav çend kêliyan de bi xwe pêk hatiye.Ceylan got ku ev hereketa min şibandine ya Yimaz Guney û vê şibandinê ez aciz nekirim.
Ceylan got ku berê ji bo fîlma xwe ya bi navê "Dûr" xelat wergirtiye û ew xelat diyarî Yilmaz Guney kiriye û wiha dewam kir:
"Min dema ku xelat wergirt kulma xwe bilind nekir. Piştî ku min xelat wergirt wêneyên min hatin kişandin. Li rex min bi sedan wênekêş hebûn û her yekî ji bo ez tiştek bikim bangî min dikir. Yekî digot berçavka xwe derxe, yekî digot destê xwe bike berîka xwe... Werhasil hûn mecbûr dimînin ku bi ya wan bikin. Lê helbet dibe ev wêne ji bo Yilmaz Guney wek silavekê bê qebûlkirin. Ez ji Yilmaz Guney pir hez dikim, ji sînemaya wî pir hez dikim. Jiyana wî jiyaneke balkêş e. Min ew pir xwendiye. Lê ev hereket berê nehatibû plankirin, di nav çend kêliyan de derket holê."
- Min bi fîlma "Tengezariya Gulanê" ji fîlmkişandinê hez kir
Ceylan got dema ku min fîlma xwe ya bi navê "Bajarok" kişand, ez bi xwe bawer nebûm, min digot hema di nav malbatê de bikşînim bila tu kes nebîne, lê belê dema ku min dest bi kişandina fîlma "Tengezariya Gulanê" kir min ji fîlmkişandinê jî hez kir.
Ceylan pirsa gelo hûn difikirin ku li derveyî welat fîlm bikşînin wiha bersivand:
"Belê, berî vê jî gelek kesan ev daxwaza ji min kir. Carinan hin lîstikvan carinan jî hin çêkeran daxwaz kir... Lê heta nika hîç nefikirîm, ne bawer im ku ji vir û pêve jî bifikirim. Lewra pir zehmet e. Ma dê çawa çêbe? Ziman cuda ye. Dema ez li tirkekî dinêrim, axaftina wî guhdar dikim jê fêm dikim. Lê dema ku li kesekî hollandayî dinêrim jê tu tiştî fêm nakim."