Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç wek "mêvanê rûmetê" beşdarî komxebatê bû, ji bilî Arinç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywendariyê Mehdî Eker, alîkarê wî Kutbettîn Arzû, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç, nûnerên televizyonên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), rojnameger, xwendekarên zanîngehan, siyasetmedar û gelek kesên din beşdarî komxebatê bûn.
Bi saya vê komxebata AAyê li Tirkiyeyê cara ewil e ku pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî tên nîqaşkirin.
AA ji bo ku bigihêje armanca xwe ya Vîzyona Sala 100emîn a ku dê bi 11 zimanan weşanê bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di 1ê Îlona 2013an de bi kurmancî û soraniya zaraveyên kurdî dest bi weşanê kiribû.
Bi destpêkirina weşanê ve pirsgirêkên di qada nûçegihaniya kurdî de jî rûyê xwe nîşan dan. AA ji bo ku ev pirsgirêk bên helkirin û li ser pêşniyar û çareseriyan hevdîtin bên kirin jî li navenda xwe ya Enqereyê îro komxebatekê dike.
- Akademisyen dê nîqaş bikin
Akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" de dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî bisekinin, nîqaş bikin û fikr û ramanên xwe parve bikin.
Di komxebatê de zehmetiyên weşana bi zimanên din, ji Osmaniyan heta îro çapemeniya kurdî, li derveyê Tirkiyeyê nûçegihaniya kurdî, di kurdî de ferhenga hevbeş û bikaranîna rastnivîsê, di nûçegihaniya kurdî de pirsgirêkên zimanî û rastnivîsê, rewşa çapemeniya kurdî û pirsgirêkên nûçegihaniyê û gelek mijarên din dê îro bên nirxandin.