27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
GAZÎANTEP
Odeya Bazirganiyê ya Gazîentabê (GTO) diyar kir ku ji bo "Destkariyên Entabê" ya hunera destan serî li Enstîtuya Patentê a Tirkiyeyê xistin û serîlêdana wan hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya GTOyê ya nivîskî da hat destnîşankirin ku GTOyê beriya vê nîşana fistiqên Entabê sitandibû û piştî xebatên ku 3 salan ber xwe dan, nîşana "Destkariyên Entabê" jî sitandin.
Halîl Goçerê Sekreterê Giştî yê GTOyê di daxuyaniyê da diyar kir ku kelecaniya sitandina nîşana Destkariyên Entabê dijîn.
Goçer diyar kir ku di sala 2012an da dest bi xebatên sitandina Destkariyên Entabê kirin û piştî demeke dirêj nîşan sitandin.
Goçer destnîşan kir ku Destkariyên Entabê bi qumaş, pemû, kete, hevirmiş û tayên bi sîm va tê çêkirin û cihêzên qîzên xama dixemilîne.
Goçer got ku nayê zanîn cara ewil kê, çi wextî Destkariyên Entabê çêkiriye lê belê hema hema di nav cihêzên hemû qîzan da heye û wiha axivî:
"Di çêkirina Destkariyên Entabê da tayên hevirmiş tê bikaranîn. Destkariyên Entabê bi hemû ta û qumaşan nayê çêkirin. Ta û qumaşê taybet ên vî karî hene. Ji ber vê yekê taybet e. Me nikaribû ev kara biavêta piştgohên xwe. Me der heqê Destkariyên Entabê da lêkolînên berfireh kir û serî li Enstîtuya Patentê a Tirkiyeyê xist. Piştî lêkolînên ku 3 sal û nîv dewam kirin me nîşana wê sitand. Encama serîlêxistina me di Rojnameya Fermî da hat weşandin."