Fatih Gazioğlu
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ADIYAMAN
Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Adiyemanê Mustafa Uslu got ku wan çîga bêgoşt li ser navê bajêr tescîl kiriye.
Uslu der barê mijarê da daxuyanî da rojnamevanan û got ku wan ji bo tescîlkirina çîga bêgoşt di sala 2015an da serî li Dezgeha Patent û Marqeyê ya Tirk xistibû.
Uslu got ku di vê mijarê da Odeya Sanayî û Bazirganiya Şanliurfayê îtiraz kiriye lê îtiraza wan hatiye redkirin.
Uslu got çîga bêgoşt êdî li ser navê Adiyemanê hatiye tescîlkirin û ew ê belgeya xwe roja înê bistînin.