İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê facsimileya berhema "Buxariya Şerîf" a Îmamê Buxarî çêkir. Ev berhem destxeta Xetat Hesen Riza Efendî ye û 105 sal berê wek heşt bergan hatiye nivîsandin.
Midûriya Giştî ya Weşanên Dînî ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê berhem çap kir. Berhem jiyana Hezretî Pêxember û hedîsên wî yên sehîh ku Îmamê Buxarî ew tesnîf kirine, pêk tê.

Îmamê Buxarî beriya ku vê berhemê binvîse 16 salan li cih û warên Îslamê digere û paşê dinvîse. Berhem li erdnîgariya Îslamê di medrese û malên hedîsan da wek pirtûka dersê ya sereke tê xwendin.
Nivîsandina Buxariya Şerîf di dewra Siltan Ebdulhemîdê 2yemîn da dest pê kiriye, di sala 1913an da bi destê Xetat Hesen Riza Efendî wek heşt bergan hatiye temamkirin.

Di heman salê da Siltan Mihemed Reşad berhem da Daîreya Xirqayê Seadetê, ku li Qesra Topkapiyê ye û emanetên pîroz lê tên pêşandin.
Li Tirkiyeyê di pirtûkxaneyan da hezar û 500î zêdetir destxetên qeydkirî yên Sehîha Buxarî hatin tesbîtkirin. Diyanetê biryar da ku ji van destxetan jibergiriya "Buxariya Şerîf" çêke û jibergiriya wê ya erebî çêkir. Tê da 7 hezar û 275 hedîsên şerîf hene.
Ji bilî jibergiriya "Buxariya Şerîf" pirtûkokeke danasînê jî hat amadekirin. Di pirtûkokê da qala jiyana Îmamê Buxarî, ilmê wî û berhemên wî tê kirin û der heqê Buxariya Şerîf da agahî tên dayîn.