Önder Beyter
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê welatiya bi navê Şefîka Ulker a ku dema 9 salî bû nivîsarên xetê bala wê kişand û herwiha di 32 saliya xwe da jî berhema xwe ya pêşîn nivîsî, atolyeyek damezirand û lê xetatên jin digihîne.
Xetat û muzehîba 41 salî Şefîka Ulker ku bi xwe kebanî ye, dema 9 salî bûye li mizgeftekê çavê wê bi nivîsarên xetê dikeve û ji wê dîrokê pê va ev huner bala wê dikişîne. Ulkerê ev 7 sal in jî bi derfetên xwe atolyeyek damezirandiye û xebatên xwe yên xetê li vir didomîne.
Herwiha wer tê zanîn ku berê xetatên jin berhemên xwe bi îmzeya navê mêran va îmze dikin. Lêbelê Ulkerê berhemên xwe bi îmzeya xwe îmze dike û herwiha ligel xetatiyê Ulkerê karê tezhîbê jî dike.

Ulkerê ji bo ku ev huner li Tirkiyeyê bêtir belav bibe û bê naskirin, xetatên jin digihîne ku salên van jinan jî di navbera 37 û 74an da ye.
Xetat-muzehîb Şefîka Ulkerê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku dema ew di 9 saliya xwe da çû mizgeftê ew di bin tesîra nivîsarên Hesen Çelebî da ma û ji vê tarîxê şûnda hunera xetê bala wê kişand.
Ulkerê diyar kir ku 12 sal berê wê, Mahmut Şahin nas kir ku ev serdem, teqabulî hevnasîna wê ya hunera tezhîbê dike.
Ulkerê got ku dema wê xeta xwe ya ewil ji mamosteyê xwe ra bir, mamosteyê wê wiha bersiv dayê, "tu beriya niha bi hunera xetê ra mijûl bûbûyî?"
Ulkerê axaftina xwe wiha dewam kir:"Min ji mamosteyê xwe ra got ku nexêr, ez berê pê ra mijûl nebûbûm. Mamosteyê min jî wê demê ji min ra got ku Xwedê tu ji bo nivîsandinê afirandî. Îca wê rojê mamosteyê min ez ji dersê derbas kiribûm. Paşê ligel mijûliya hunera xetê min dest bi hunera tezhîbê jî kir. Xwendekariya min 3 salan ajot. Di dawiya sala 3yemîn da mamosteyê min îmzeya min anî û paşê di sala 4emîn da jî min vêca dest bi mamostetiyê kir."

Ulkerê diyar kir ku wê ligel mêrê xwe 7 sal berê "mala hunerê" damezirand û dû ra jî wan komeleyek vekir. Ulkerê got ku bi saya vê mekanê derfeta wan çêbû ku perwerdeyê bidin û wiha dewam kir, "Ez wekî Şefîka berhemên xwe îmze dikim. Heta niha min îcazet da 2 xwendekarên xwe yên jin. Niha jî 4 xwendekarên min ên jin hene ku îcazet heq kirine. Di van xebatên xwe da armanca min rizaya Xwedê ye."