Önder Beyter
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê endazyarê astengdar ê ku yek ji wan sûriyeyiyan e ku li konbajar dimînin, ji kulav fîgurên kevoka ku sembola aştiyê ye, çêdike û diyariyî kesên li dora xwe dike.
Xelkê Heleba bajarê Sûriyeyê Raxî Hamûdê 50 salî yê ku wekî astengdar ji diya xwe bûye û herwiha li memleketê xwe endazyariya ceyranê dikir, ji ber şer û pevçûnan 6 sal berê xwe spart Tirkiyeyê û herwisa li vir jiyana xwe didomîne.
Hamûd tevî jina xwe û zarokekî xwe li Tesîsa Starê ya Sirûcê di hundirê konekî 16 mêtro çargoşeyî da dimîne. Hamûd çaxê ku di destê wî da şixul tunebe, fîgurên kevoka ku sembola aştiyê ye, li ser kulav dineqişîne.
Hamûd di hundirê konê ku lê dimîne da gelek fîgurên kevokan darda kirine û herwiha di binê van fîguran da di nava nîv saetê da berhemeke nû çêdike û paşê diyariyî kesên li dora xwe dike.
Hamûd di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wî du sal berê wekî hobî dest bi hunera kulavan kir û herwisa roj bi roj kêfa wî bi vî şixulî ra çû.
Hamûd got ku ew hewl dide ji bo penaberên ku li tesîsê dimînin, bibe nimûne.
Hamûd herwisa diyar kir ji ber ku ew nikare pîşeyê xwe bidomîne, gelekî li ber xwe dikeve, lêbelê wî ne got bes û di warekî cuda da xwe bi pêş xist.