29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA
Qaymeqamê Sirûcê Abdûllah Çîftçî tablet diyariyê Nûray Beşaltiya ku di TEOGê de bû yekemîn, kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiyê hat dayîn Çîftçî Beşaltiya xwendekara pola 8emîn a Dibistana Navîn a Namik Kemal û Mahmût Demîrbîlekê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û Muslum Oktenê midûrê dibistanê di meqamê xwe de qebûl kir.
Çîftçî tablet diyarî Beşaltiyê kir û xwest ku ev serkeftin ji her kesî re bibe mînak.
Di daxuyaniyê de cî dan nêrînên Çîftçî û Çîftçî diyar kir ku xwendekara ji Sirûcê 120 pirsî rast bersivand û bû yekemîna Tirkiyeyê.
Çîftçî destnîşan kir Sirûca ku bi bûyerên Kobanêyê derket pêş niha jî bi yekemîna xwe ya Tirkiyeyê re derket pêş û wiha axivî: "Serkeftina Nûrayê em hemû serbilind kirin. Vê keçika me ya xweşik serkeftineke mezin nîşan da."
Beşalti jî da zanîn ku bi saya xebata bi rêk û pêk bi ser ket.