Di 65emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de xelata "Hirça Zêrîn", fîlma "Taksî" ya derhênerê Îranî Cafer Penahî wergirt.
Festîval li Berlîna paytexta Almanyayê hat lidarxistin û xelatên festîvalê jî di torena li Berlînale Palasê de hatin belavkirin. Beriya torenrê ji qada siyaset û hunerê gelek kes li ser xalîçaya sor meşiyan.
Di festîvalê de serokatiya lijneyê Darren Aranofsky kir û xelata "Hirça Zêrîn", fîlma bi navê "Taksî" ya derhênerê Îranî Cafer Penahî wergirt. Ji ber ku derketina wî ya derveyî welat qedexe ye, Penahî beşdarî rêwresmê nebû. Şûna derhênerî Îranî xwarziyê wî xelat wergirt. Xwarziyê Penahî hat ser dikê û got ku 'ezê tiştekî nebêjim' û herwisa rê li pêşiya rondikên xwe negirt. Hat diyarkirin ku malbata Penahî jî beşdarî rêwresmê bû.
Di festîvalê de Xelata Mezin a Lijneyê fîlma Pablo Larrain a bi navê "El Club"ê bi dest xist. Xelata Hirça Zîvîn jî Derhênerê Rûm Radû Jûde û derhênerê Polonyayî Malgorzata Szumowska di nava xwe de parve kirin.
Lijneya Festîvalê xelata lîstikvanê mêr ê herî serfketî da Tom Courtenayê ku di fîlma "45 Years"ê de lîst û xelata lîstikvana jin a herî serfketî jî da Charlotte Ramplingê ya ku di heman fîlmê de rol wergirt.
Kategorî û serketiyên xelatên 65emîn Hirça Zêrîn wiha hatin rêzkirin:
Fîlma herî serkeftî (Hirça Zêrîn): Cafer Penahî/"Taksî
Xelata Mezin a Lijneyê: Pablo Larrain/"El Club"
Derhênerê herî serkeftî: Radû Jûde/"Her Bijî!" û Malgorzata Szumowska/"Body"
Lîstikvana jin a herî serfketî: Charlotte Rampling/"45 Years"
Lîstikvanê mêr ê herî serfketî: Tom Courtenay/"45 Years"
Senaryoya herî serkeftî: Patricio Guzman/"El Boton de Nacar"
Xelata Alfred Bauer: Jayro Bustamante/"Ixcanul"
Fîlma ewil a herî serkeftî: Gabriel Ripstein/"600 Millas"
Fîlma herî serkeftî a kurt (Hirça Zêrîn): Na Young-kil/"Hosanna"
Xelata Lijneyê ya Fîlmên Kurt: Joanna Arnow/"Bad at Dancing"
65emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê di 5ê sibatê de li Berlînê dest pê kiribû û ji 72 welatan 441 fîlm hatibûn nîşandan û jê 19 fîlm ji bo "Hirça Zêrîn" û "Hirça Zîvîn" ketibûn pêşbaziyê.