Kovara Vîzyon 2023ê sala xwe ya sêyem li Otêla Rîxosê bi merasima "Xelatên 2013an Yên Herî Baş" ve pîroz kir. Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û kêsên ku dê xelat bistînin beşdarî merasimê bûn.
Ala di merasimê de axivî û wiha got: "Navê Vîzyon 2023ê pir bi watedar e. Hikûmet û rêvebirên AK Partiyê ji bo Tirkiyeyê ev dem wek armanc dabûn li pêş xwe. Lê di nav demeke wiha kin de sektora taybet jî ev nav qebûl kiriye. Ev ji bo Tirkiyeyê siûdeke mezin e."
Serokê Rêvebirê Kovara Vîzyon 2023ê Yuksel Guneş jî diyar kir ku di nav 10 salan de Tirkiye gihîşte asteke baş. Piştî axaftinan xelat hatin dayîn.