Fatih Gazioğlu
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
CANNES
Mihrîcana Filman a Cannesê ya 71emîn ku çalakiyeke herî girîng a sînemayê ye li Cannesa bajarê Fransayê dewam dike. Di mihrîcanê de fîlmê Nurî Bîlge Ceylan yê "Dara Şekokê" (The Wîld Pear Tree)" hat nîşandan.
Mihrîcana ku îsal 9ê gulanê dest pê kiribû û wê îro biqede.
Di mihrîcanê de bona xelata mezin heta niha di kategoriya esil de 21 yek fîlm hatin nîşandan. Nîşandana fîlman, bi temaşekirina fîlmê Nurî Bîlge Ceylan yê "Dara Şekokê" ve qediya.
Ekîba fîlm, beriya nîşandanê li ser xalîçeya sor meşiyan û poz dan wênekêş û rojnamevanan. Bi qasî 4 hezar rojnamevan mihrîcanê dişopînin.
Di ekîba fîlm de çêker Zeynep Ozbatur Atakan, senarîst Ebru Ceylan û listîkvan Dogu Demîrkol, Murat Cemcîr, Akin Aksu, Hazar Erguçlu, Bennu Yildirimlar, Serkan Keskîn, Oner Erkan û Kubîlay Tuncer cih girtin.
Ekîba fîlm piştî meşê bona temaşekirina fîlm derbasî salona Grand Theatre Lumîere bûn.
Nurî Bîlgen Ceylan daxuyaniyek da û got ku ew her dem heman fîlman dikişîne û tenê di fîlmên xwe de hin tiştên nû lê zêde dike.
Ceylan li ser pirseke der heqê çîroka fîlm de wiha got: "Ez li bajerê ku lê hatibûm dinyayê rastî bavekî mamoste hatibûm. Ev hevnasîn li ser min tesîreke mezin kir."
Palmiyeya Zêrîn heta niha 7 derhêneran qezenc kiriye. Ceylan ev cara duyemîn e bo Xelata Palmiyeya Zêrîn beşdarî mihrîcanê dibe.
Ceylan cara ewil di sala 1995an bi filmê Kozayê beşdarî mihrîcanê bûbû. Ceylan di sala 2014an de bi fîlmê Xewa Zivistanê Xelata Palmiyeya Zêrîn qezenc kiribû.
"Dara Şekokê" behsa deynê bavekî nivîskar dike û piranî li ser têkiliyên bav-kur û malbatan disekine.