16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
ARDAHAN
Hat ragihandin ku li Erdexanê di nav mehekê da ji ber ba û bahozê 15 hezar dar şikestin.
Alîkarê Midûrê Karên Daristanê ya Erdexanê Etem Kara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di zivistana îsal da gelek dar şikestin.
Kara diyar kir ku li bajêr salane 25 hezar mêtrokup dar tên birîn û wiha got: "Lê îsal ji ber ku ba û bagerê zirareke mezin da birîna daran kêm bû. Di nav meha dawîn da 15 hezar dar ji ber ba û bagerê şikestin. Em salane 25 hezar dar dibirin, lê di vê heyamê da zirareke mezin çêbû."
Kara destnîşan kir ku wê biharê darên ku şikestine kom bikin.