GAZÎANTEP
Gazîantep li başûrê rojhilat bajarekê girîng e û bi pêşveçûyîna xwe ya pîşesaziyê û tûrîzmê balê dikişîne.
Gazîantep bi bîrnanînên şerê rizgariyê, dewlemendiya xwe ya çandî û dîrokî, xwarinên xwe yên cûr bi cûr û berhemên hûnerên destan ve tê nasîn û bi saya van di qada tûrîzmê de her diçe pêş ve diçe.
Li bajêr gelek muze hene. Muzeya Zeûgmayê ne bi tenê li welêt, li giştiyê dinyayê navdar e. Him ji welêt him ji derveyî welêt gelek kes têne serdana muzeyê.
Li bajêr bi temamî nêzî 300 cûre xwarin tên çêkirin û di "Muzeya Mûtfakê" de der heqê dîroka xwarinan de jî agahî heye.
Serokê Şaredariya Mezin a Gazîantepê Asim Guzelbey daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pîşesaz li bajêr sermayexistinên mezin dikin û ew jî ji bo çand, hûner û dîrokê dixebitin.
Guzelbey wiha axivî: "Me di vê çarçovê de xebatên girîng kirin. Ev 8 sal e ev dixebitin û hêdî hêdî her tişt xêra van xebatan derdikeve holê. Em bi vê serbilind in. Gava ku em hatin ser wezîfeyê bi tenê muzeyek hebû. Niha 14 muzeyên me hene."