Şaredariya Mezin di çarçoveya "8emîn Mîhrîcana Hûner û Çandê ya Fistiqa Entabê ya Navneteweyî" de li restorantekê pêşbaziya peqlewe xwarinê li dar xist. 50 kes beşdarî pêşbaziyê bûn.
Beriya pêşbaziyê, ji bo ku qaîdeyên pêşbaziyê bin pê nekin û di mijara tenduristiyê de hişyarî dan pêşbazan. Ji pêşbazan xwestin ku gava ji xwarinê aciz bibin û nexweş bikevin bila dev ji pêşbaziyê berdin û ji bo pêşbazan tîmeke tenduristiyê jî hat amadekirin. Piştî qedandina amadehiyan 24 dîlîm peqlewe belavî hemû pêşbazan kirin.
Di pêşbaziyê de Ercan Kayayê ku çavên wî nabînin, di 3 deqîqe û 32 saniyeyan de kîloyek peqlewe xwar û bû yekemîn. Îsmet Balli bû duyemîn, Şiha Uslanmaz jî bû sêyemîn.
Kaya diyar kir ji ber ku wî jî arîkariya danasîna Gazîantepê kir, gelek kêfxweş e.
Sîniyek peqlewe diyarî kesên ku ketin nav sê pêşbazên ewilîn, kirin.