Abdullah Tel
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku li Xelata navçeya Bidlîsê ye Goristana Tirk Îslamê ya herî mezin a dinyayê tê hesibandin û ew di lîsteya berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire.
Restorasyona kevirên li goristanê dest pê kiribû jî dewam dike.
Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku li Xelata navçeya Bidlîsê ye Goristana Tirk Îslamê ya herî mezin a dinyayê tê hesibandin û ew di lîsteya berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire. ( Serdar Adıyaman - Anadolu Agency )
Di sala 2011an da bi serokatiya Prof. Dr. Recaî Karahanê hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê xebatên paqijkirina kêlikan dest pê kir û gorên winda û xirbe hatin restorekirin.
Di çarçoveya van xebatan da kevirê 1071ê jî hat restorekirin û Karahan diyar kir ku xebatên wan dane destpêkirin li ber qedandinê ne û wiha pê da çû: "Bi qasî hezar û 300 kevirên li ser goran hene. Ev gora em li serê ne ya Zeyneddînoglu Ebû Malik e. Di sala 1182an da hatiye çêkirin û mîmarê wê jî Haci Mîran Bîn Yûsif e. Dema mirov li ser kêlikan mêze dike dibîne ku hişyariya wê her mexlûqat bimire hatine nivîsandin û ev hişyarî hene."