Türkan Tosun,İbrahim Atmaca,Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Fatih Gazioğlu
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
NEW YORK
Wêneyên di "Istanbul Photo Awards 2017"ê ya Ajansa Anadoluyê (AA) da xelat wergirtin li New Yorkê li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin nîşandan.
Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2017"ê di mazûvaniya Metîn Mutanogluyê Rêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê da hat vekirin.
Mutanoglu di vekirina pêşangehê da axivî û destnîşan kir ajans 3 sal in pêşbaziyeke navneteweyî çêdike û got wêneyên di Istanbul Photo Awardsê da xelat digirin cara duyem e li Navenda Giştî ya NYê tên nîşandan.
Metîn Mutanoglu destnîşan kir îsal qederê 25 hezar wêne serî li pêşbaziyê xistin û wiha got: "Juriya pêşbaziyê li Kapadokyayê civiya û di nav 3 rojan da piştî xebeteke mezin di warê nûçer, spor, portre, siruşt û hawirdorê da û wek mayîn di warê wêneyên tekane û rêzewêneyan da wêneyên layiqî xelatê hatin dîtin eşkere kirin."

Mutanoglu got ku îsal ji 17 welatan 22 wênekêşan xelat hilda û wiha axivî:
"Piştî civîna juriyê, wênekêşê navdar Yurî Kozyrevê 24-25ê adarê hat Stenbolê, wî, Ajansa Anadoluyê û Stanley Green bi hev ra çalakiyek li dar xist. Me ewil çalakiyeke wênekeşiya çapemeniyê bi navê Îstanbul Photo Awards Workshopê organîze kir. Ji AA û gelek saziyên din bi tevahî 16 kes beşdar bûn. Belavbûna çîrokên însanan ji bo ajansa me gelekî girîng e. Êdî em bi wêneyan jî qala van çîrokan dikin. Armanceke me jî ew e ku wênekêşiya çapemeniyê pêşve biçe."
- AA hat pîroz kirin

Nûnerê Daîmî yê NYê yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî beşdarî pêşangehê bû û geriya. Sînîrlîoglu pişt ra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo pêşangehê hemû rêvebirên ajansê pîroz kir.
Sînîrlîoglu diyar kir ku AA sê sal in pêşbirkeke wêneyan a girîng li dar dixe û li cîhanê behsa vê pêşbirkê tê kirin û wiha dewam kir: "Ez ji dil û can dixwazim ku ev pêşbirk bi heman awayî dewam bike. Em li ser navê welatê xwe hemû teşebis, şexsiyet û saziyên ku welatê me li dinyayê dide nasîn xwedî derdikevin. Hûn jî di vê çarçoveyê da karekî dikin. Em her sal baştir fêm dikin ku hûn çi qas karekî girîng dikin û pêşangeh li NYê rastî eleqeyeke mezin tê."
Balyozê Tirkiyeyê yê li New Yorkê Ertan Yalçin jî AA pîroz kir û got, ew bi pêşangehê kêfxweş bûn ku weke par îsal jî li New Yorkê vebû û wiha dewam kir:
"Berhemên pir bi qalîte û wênekêşên herî navdar ên cîhanê eleqeyê nîşanî vê pêşbirka Ajansa Anadoluyê didin. Ev wêneyên ku ji aliyê juriyan va hatine neqandin û AAyê pêşangeha wan çêkiriye jî me serbilind dike."
Yalçin diyar kir ku pêşbazî êdî bûye marqeyekê û domandina pêşbaziyê zehf girîng e.
Rayedarên konsolosxaneyê, nûnerên daîmî yên NYyê, endamên saziyên medyaya neteweyî û navneteweyî û nûnerên civaka tirkan beşdarî merasima vekirina pêşengehê bûn û pêşengehê hetanî 27ê cotmehê vekirî be.
Sponsoriya fermî ya Istanbul Photo Awardsê jî Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) û Serokatiya Ajansa Kordinasyona Hevkariya Tiorkan (TÎKA) kirin.

- Ji çar aliyên dinyayê dîmenên balkêş
Di pêşbaziyê da xelata "Wêneya Salê" Frederic Lafargueyê wênekêşê ji Fransayê bi wêneyê xwe ya "Reva Ji DEAŞê" ya ku ji bo Parîs Matchê li Iraqê kişandibû va qezenc kiribû.
Wêneyê Arîs Messînîs ya bi navê "Li Behra Sipî Mirin" di kategoriya "Nûçeyên Rêzê" da xelat wergirtibû.
Adam Pretty bi wêneyê "Li Bin Erdê" di kategoriya "Tekane Werziş" û Patrick Smith bi wêneyên xwe yên rêzê di kategoriya “Rêza Werzişê" da xelat wergirtibûn.
Mary Gelmanê di mijara jinên mexdur bûne de di kategoriya "Rêza Portreyê" da xelat qezenc kiribû.

Kemal Jufri bi wêneyê bi navê "Xwedîkirina Orangutanên Sêwî" di kategoriya "Rêza Siruşt/Hawirdorê" da û Johnny Miller bi wêneyê xwe yê bi navê "Qada Golfê ya Papwa Sewgolumê" di kategoriya "Tekane Siruşt/Hawirdorê" da xelat wergirtibû.
Juriyê "Xelata Nûçegihanên Wêneyan ya Ciwan" jî ji ber wêneyê bi navê "Antremana Li Kuçeyên Xezeyê", dabû Hosam Salemê ku li Xezeyê nûçegihanê wêneyan yê serbixwe ye.
Nûçegihanên wêneyan ji bo serlêdana pêşbirkê di qada spor, nûçe, xweza, portre û hawîrdor de qasî 25 hezar wêne şandibûn.