VAN
Guldexwînên ku li çil û çiyayên Anadoluyê hêşîn dibin bi kulîlkên xwe yên tûtik, sor û qîçik va dîmenên bêhempa derdixin holê.
Alema xiristiyanan bawer dikin ku dema Hz. Îsa li çarmixê xistin guldexwînê histûyê xwe xar kiriye û ji ber vê yekê jî pîroz dihesibînin. Guldexwîn li herêmên ku goristan lê hene jî hêşîn dibin û dîmenên bêhempa derdixin holê.
Guldexwînên ku hetanî sedsala 19an erdên Osmaniyan dixemilandin û di sedsala 20an da bi xebatên zanistî va hatin zêdekirin û niha li Taxa Aydinocakê ya Gewaşa navçeya Wanê jî di goristanê da hêşîn dibin. Welatî û wênekêş cihên ku guldexwîn hêşîn dibin ziyaret dikin û eleqeyeke mezin nîşanî guldexwînan didin.
Wisa tê zanîn ku xemla herî kevn a li dinyayê lale ne û di gelek bawerî û efsaneyên da bûna mijar. Lale niha herî zêde li Taxa Aydinocakê hêşîn dibin û ji ber vê yekê jî tax li hêviya ziyaretvanan e.
Mixtarê Aydinocakê Bahrî Altintaş diyar kir ku guldexwîn di nav gel da pîroz tê hesibandin û divê hemû kes xweşikiya guldexwînan bibînin.
Altintaş destnîşan kir ku laleyên ku di nav goristanê da hêşîn dibin dîmenên bêhempa derdixin holê û divê bên parastin û ji bo tûrîzma bajêr li ser xebat bên kirin.