ANKARA
Romannivîs û Helbestvan Bextiyar Eliyê ku bi soranî pirtûkan dinivîse li Enqereyê bi navê “Di Serdema Tundiyê de Edebiyat" konferansek da.
Konferans ji hêla Weşanxaneya Avestayê û rojnameya BasNewsê ve li Navenda Hunerê ya CernModernê hat lidarxistin.
Edîtor û Xwedîyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn xêrhatin da guhdarvanan û got ku Bextiyar Elî her çiqas soranî pirtûkan binîvîse jî 3 pirtûkên wî kurmancî derketine û wiha dewam kir: "Me li Tirkiyeyê bi weşanxaneyên tirkî re peyman durist kirine ku pirtûkên wî bi tirkî jî bên weşandin. Xwe ji vî navî re hazir bikin. Navekî pir taybet e. Ne bi tenê kurdî nivîsandina xwe, bi naveroka xwe, bi qalîteya romanên xwe, ji aliyê edebî ve kurdî derxistiye asteke bilind."
Keskîn got ku ew 20 salan zêdetir berê li Enqereyê xwendekar bûye û wiha axivî: "Ji bo me hesret bû ku em peyveke kurdî, rûpeleke kurdî, teksteke kurdî bibînin. Îro ez xwe bextewar dibînim ku em nivîskarekî wek Bextiyar Elî li vir dikin mêvan û em ê ji vir pê de jî xebatên xwe yên wiha bidomînin."
Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya BasNewsê Faysal Daglî jî got ku em kêfxweş in ku piştgirî dane vê xebatê ku konferanseke wiha li Enqereyê bê lidarxistin û wiha axivî: "Bextiyar Elî dikare navê edebiyata kurdî wek Herêma Rojhilatê bigihîne edebiyata cihanê ya gerdûnî. Navê Bextiyar Elî wê di pêşerojeke nêzîk de bikeve nav edîbên cihanê, yên Nobelê û xelatgirên edebiyatê. Ez hêvîdar im ku em demên pêştir de zêdetir berhemên Bextiyar Elî bixwînin."
Nivîskar Bextiyar Elî kêfxweşiya xwe anî ziman ku piştî Diyarbekir û Mêrdînê ew li Enqereyê konferansekê dide û wiha axivî:
- "Sedsala 20emîn serdema tundiyê ye"
"Wek ku Erîc Hobsbawn jî di pirtûka xwe de behs dike sedsala 20emîn serdema tundiyê ye û em di hemû qada jiyanê de vê tundiyê dibînin. Di nav hemû netewe, gel û civakan de ji bilî tundiyê, tundiyeke şerî ya ku hatiye qebûlkirin jî heye. Di vê serdemê de mixabin bi rêya medyayê tundî belav dibe. Tundî di heman demê de di pêwendiyên mirovan de jî heye. Di nêrînên me de, di nêrîna me ya li ser dîn, azadiyê, fikrekê û tiştên din de em vê tundiyê dikarin bibînin."
Elî got ku ji bo ku em tundiyê fêm bikin divê em bi tenê siyasetê û îlahiyatê nenihêrin û wiha dewam kir: "Divê em di derûnî û edebiyatê de jî li ser tundiyê lêkolînên kûr bikin. Di bingehê de tundî li ser bedena mirov tê kirin û ji bo ku em tundiyê fêm bikin divê em bandora wê binihêrin û çawa li ser bedena mirov hatiye kirin em wê binihêrin. Tundî di heman demê de bi mirinê diqede û xwe wisa terîf dike."
Nivîskar Elî anî ziman ku pirsa girîng ew e ku di navbera yekî mirovek kuştiye û yê ku tundî kiriye de cudahî çi ye û wiha dewam kir: "Kujerek an derûniya wî ne baş e an jî perwerdeyeke baş nedîtiye ji ber wê yekê dikuje. Cudahiya kesê ku tundî kiriye ya ji kujerekî ew e ku ew xwedî nirxên pîroz û bilind e. Dema civak cezayê dide kujerekî rêzê nîşan nade, lê ji bo kesekî tundiya civakî dike re rêzeke mezin dikare nîşan bide."
- "Di her serdemê de tundî heye"
Elî destnîşan kir ku di her serdemê de ji bo tundiyê rê û rêbazên cuda û taybet hene û ji bo vê bi pirtûka Homeros a Îlyadayê mînak nîşan da. Elî wiha dewam kir: "Îlyadaya ku di edebiyata nivîskî ya rojavayê de teksta ewil tê qebûlkirin de, Helen ji hêla Parîs ve tê revandin û di çîroka wî de meseleya şerefê her tim di edebiyatê de tê bikaranîn. Di Îlyadayê de bi tenê şeref û wijdana mirovan, ya xwedayan jî birîndar dibe. Îro çawa ku El-Qaîde û an jî rêxistinên wek wê yê ku tundiyê dikin xwe wek nûnerên Xwedê dibînin, di wê serdemê de jî lehengan xwe wekî nûnerên Xwedê didîtin."
Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, akademîsyen, edebiyathez, xwendekar û ji gelek pîşeyên cuda welatî beşdarî konferansê bûn. Kurtwergera tirkî ya konferansê Çekdar Aryan kir û piştî konferansê beşdarvanên bernameyê di kokteylê de sohbet kirin û Bextiyar Elî pirtûkên xwe ji bo wan îmze kir.