Li Mûşê welatiyên ku derketine Zozanê Kurtîkê, ji bo ku heywanên wan germê nekevin, heywanan dixin nav berfê û golên ava berfê.
Welatiyên ku heywanan xwedî dikin, her sal derdikevin zozanan û heywanan li vê derê xwedî dikin û jê zêde zêde şîr, penêr û hirî hildidin.
Ji rêncberan Ramazan Uslu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo tenduristiya heywanan derdikevin zozanan û li cihê ku berf lê heye heywanên xwe hênik dikin.
Uslu got ku ew heywanan di golên sar da dişon û şîrê heywanan wiha zêdetir dibe.
Uslu wiha axivî: "Ji ber hewa li navendê germ e, em derdikevin van deran. Li vê derê hem şîrê heywanan zêde dibe hem jî xwedîkirina wan hêsan dibe."
Eşref Sonmez jî got ku ew li zozanê pez dibirin, penêr çêdikin û ji ber ku li navendê hewa germ e, ew heywanên xwe derdixin zozanê Kurtîkê û li zozanê xwedî dikin.