Li Bazîda navçeya Agiriyê çêkirina muzeya Ehmedê Xanî dewam dike û piştî ku muze vebe, wê tê da jiyana Xanî bidin nîşan.
Ehmedê Xanî yek ji şair û sofiyên kurdan û nivîskarê berhema Mem û Zînê ye. Bi mebesta ku jiyana Xanî jî bidin nîşan, Muzeya Ehmedê Xanî tê çêkirin û ji bo vê jî peykerên ku ji mûmê tên çêkirin, wê werin pêşandan.
Qaymeqamtiya Bazîdê û Walîtiya Agiriyê bi hev ra Muzeya Ehmedê Xanî û Projeya Mala Bajêr ya Bazîdê çêdikin û bi vê projeyê va kevneşopiya berê û ferhenga bajêr wê were parastin.
Muze wê ji sê çaviyan pêk were û wê tabelayeke tirkî û kurdî pê va bikin. Di çaviya ewil ku navê wê Nûbihara Biçûkan e da, wê peykerên ji mûmê yên ku Xanî û xwendekarên wî yên ku jê dersê digrin, werin çêkirin. Berhemên Xanî, obje û agahiyên danasînê wê di vê çaviyê da cih bigrin.
Di çaviya duyemîn ku navê wê Esasên Îmanê ye da, wê ji mûmê peykera Bedîuzzeman Seîdê Kurdî were çêkirin û wê konsepteke wisa were çêkirin ku, weke ku Kurdî di paceyekê da sekiniye û ji Xanî dersa menewî digre, bidin nîşan.
Navê çaviya sêyem jî danîne Mem û Zîn û di vê çaviyê da jî wê dîmena kişikê bidin nîşan. Li gor berhema Mem û Zînê ji bo ku Mîr Zînê bide Mem, şertê kişikê datîne û Mîr û Mem kişikê dileyîzin. Di çaviya sêyem da jî wê vê dîmenê bidin nîşandan.
Qaymeqamê Bazîdê Karahan Daştan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan par di bin Qesra Îshaq Paşa, hîmê Muzeya Ehmedê Xanî û Mala Bajêr ya Bazîdê avêt. Eraziyê ku hîm lê hatin avêtin li pêşberî Çiyayê Agiriyê ye.
Daştan got ku Muzeya Ehmedê Xanî li gor mîmariya salên 1600î hat çêkirin.