AGRI
Semawer, piranî di dimên geştê de tên kirîn û bi 25-50 lîreyî tên firotin. Yasîn Temelê ku 18 sal in hostahiya semaweran dike ji AAyê re daxuyand ku ev pîşeyê kalê wan ê 90 salî ye û got ku 18 salan berê li bal bavê xwe dest bi vî karî kiriye.
Temel, diyar kir ku 90 sal berê kalê wî dest bî çêkirina semawerên Agiriyê kiriye û 3 bira debara xwe bi wî karî dikin. Temel, da zanîn ku havînan semawer û menqelan, zivistanê jî sobeyan çêdikin û ji ber ku niha dema çinînê ye li her malê misoger semawer heye.
Temel, da zanîn ku di çêkirina semawerên Agiriyê de bafûnê bi kar tînin û li bajêr çaya semawerê gelekî navdar e.
Yasîn Temel, got ku taybetiya semawerên Agiriyê ew e ku tama xwezayê dide çayê û wiha dewam kir:
"Ji ber ku em semaweran ji bafûnê çêdikin, tama çolê û xwezayê derbasî çayê dibe. Em di binê semawerê de sobeyekê çêdikin. Di çêkirina çaya semawerê de pêxistina semawerê girîng e. Divê meriv hêdî hêdî pêxistokan biavêjê. Piştî ku av keliya, avê berdidin ser dema ku berê hatiye şuştin û çaydan datînin ser semawerê."